Mela Mehmûdê Bazîdî di sala 1858-1859an de bi teşwîqa A. Jaba li Erziromê ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye telîf kiriye, bi xeta xwe nivîsiye û her wiha di sala 1868an de li Îzmirê bi destê kesekî navê wî Şah Nezer e, ji nû ve hatiye nivîsîn. M. B. Rudenkoyê di sala 1963an de ev berhema ligel wergera wê ya Rûsî li Moskovayê çap kiriye.
Mela Mehmûd bi vê berhemê û yên din wekî damezrînerê pexşana Kurdî tê qebûlkirin û her wiha di vê pirtûka xwe de wekî civaknasekî pispor, bi gelemperî ji dîrok, ziman, bawerî, çand û kelepora wan dest pê kiriye qala hebûn û nirxên Kurdan kiriye.
Bi vê xebata xwe ve Mela Mehmûd bûye Îbn Xaldûnê Kurdan. Çawa ku Îbn Xaldûn bi kitêba xwe Muqaddîmeyê ve di alema Îslamê de û di nav Ereban de wekî civaknasê pêşîn û dîroknas tê qebûlkirin, bi ked û xebatên xwe yên cihêreng ve Mela Mehmûd jî di nav Kurdan de li gel taybetiyên xwe yên din, civaknas û dîroknasê ewil e.

Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
---|---|---|
Tek Çekim | 152,00 | 152,00 |