Belê, çîroka mirovahîyê ku li Xwedayê xwe digere, qet bi dawî nabe. Ew Xwedayê ku xwerû hezkirin e, dilovan e, bexşende ye û ji şahdamarê me nêzîktirî me ye. Rêberîyê û çavdêrîyê li me dike û bi me re eleqedar e. Hem dîse jî ew hunermendekî zêde mezin e. Loma hemû pesin û spasî ji Wî re ne.
Di vê jîyanê de ku wekî çemekî xurt diherike, em mîna morîyekî neçar in û bêhêz in. An jî mirovahî mîna vî kesî ye ku di reş û tarîtîya şevê de û di mijeke zêde tîr de, kêfarat dike ku derdora xwe bibîne û fêm bike. Jîyan jî mîna tiştanokek û xaçepirseke zêde mezin e û kompleks, efsûnî, sirdar û veşartî ye.
Li ber van zehmetî, neçarî û tarîtîyên jîyanê; bêguman çareserî jî heye ku me bi ber ronahîyê û hesanîyê ve bibe. Ew çareserî jî ji hevkarîya wehyê û zanistê çêdibe. Em divê xwe, ji kaosa "an fîzîk an jî metafîzîk"ê derênin û bi ber aramî û harmonîya "hevkarî û hevsengîya fîzîkê û metafîzîkê" ve herin. Bila ev tespîta rewşenbîrên me ji me re esas be: "Dîn perek(baskek) e, zanist jî perek e. Wextê ev her du per hebin hingî mirov dikare bilind bifire..." Ji bo tenduristîya bedenî, aqlî û ruhî û ji bo aramîyê û dilgeşîyê û ji bo pêşveçûna dinyewî; hevsengîya wehyê û zanistê pêwist e. Wehîy û zanist mîna çirayekê ne. Her çiqas carna di destên nezanan û nebaşan de bi çirayê daristan werin şewitandin jî rastîya çirayê ku ji bo ronahîyê û rêberîyê ye, nayê guhertin.
Ji bo jîyaneke watedar û ji bo kirinên me di herheyî de deng vedin bila her tim Afirînerê me li pêşîya her tiştî û di pêşîya herkesî de be.
(Tanıtım Bülteninden)

| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 390,00 | 390,00 |